Hat destnîşankirin ku li bajara Saînt-Laurent-de-la-Salanqueyê nîvê şevê di dikanekê de du teqîn pêk hatin. Di encama teqînê de şewat derket û şewat li avahîyên kêlekî jî pekîya.

Hat ragihandin ku şewat heta serê sibê encax hat tefandin, lê 2 jê zarok tev de 7 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin kesekê yê ku xwe ji qata duyemîn avêtîye xwarê, giran birîndar bûye, 3 kes jî hatin rakirin nexweşxaneyan, 29 birîndarên dinê jî li cîhê meselê hatin tedawîkirin.

Ji teref rayedaran ve hat ragihandin ku derheqê meselê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)