Ji teref Dîmîtrîy Peskovê Berdevkê yê Kremlînê ve hat destnîşankirin ku bi daxwazîya Amerîqayê di 12 Sibatê de di navbera Putînê Serokê Rusyayê û Bîdenê Serokê Amerîqayê de  hevdîtinek bê tertîpkirin.

Peskov di daxuyanîya xwe de weha got, “Hêla Amerîqayê bi Putînê Serokê Dewletê re daxwazîya hevdîtinê kir. Tê plankirin ku di 12 sibatê de li gorî seata Mosqowayê ew ê herdû serokên dewletê bi hevdû re hevdîtinek bikin.” (ÎLKHA)