Yilmaz di axavtina xwe de ragihand ku zêdebûna ku di xwarinê de hatîye kirin, zemên ku ji erdxazê re û ji ceryanê re hatîye kirin bi şeklekî ciddî mirovan tesîr dike û wan mexdur dike.

“Ji xeteyan ders nayê girtin”

Yilmaz axavtina xwe weha domand, “Wisa xanê dike ku rojên me yên pêşî ew ê gelek zehmet derbas bibe, çîmkî em li bi bireveberîyê dinêrin ew Ji xeteyan xwe ders nagir in. Cardin xetayên sîyasî û îqtîsadî tên kirin. Ji wan xetayan jî ew ê ku di serî de tê eve ku zemên ji ceryanê tên kirin e. ev zemên ku tên kirin zilme. Em dibêjin ku vê zilmê ji nav însanan derxin.”

“Îqtîdara sîyasî lazim e ku dev ji polîtîkayên ku di sîyaset û îqtîsadê de xeta tên kirin berde”

Yilmaz di berdawam axavtina xwe de weha got, “Lazim e ku îqtîdara sîyasî dev ji polîtîkayên sîyasî û îqtîsadî yên ku xetane berde, lazim e ku bi lez û bez sepanên îqtîsadî û sîyasî yên ku ji alîyê dinyayê jî tên qebûlkirin bê tetbîqkirin û bê sepankirin. Çareserîya vê meselê jî edalet e, hiqûqekî wisa lazim e ku bila tu kes ji wî hiqûqê nerehet nebe. Dema ku hiqûq û edalet çêbibe ev pirsgirêk dê bi rehetî çareser bibe.”

“Lazim e ku em qezenca ku li ser mirovê tê dayîn zêde bikin”

Yilmaz axavtina xwe weha domand, “Îro lîtreya benzîn ji 15 TLyî zêdetir bûye, qolîyekî hêk bûye 50 TL, kîloyekî firingî bûye 10 TL, nanekî bûye 3-4 TL. Çi qas jî van tiştan ew qas zêde ye jî lê dîsa jî pirsgirêk naqedin, mirov diçe kar dike ji wî meaşê xwe ji sedî 10 dide ceryanê, ji sedî 10 dide erdxazê, ji sedî 10 jî dide rêya xwe. Deka bibêje mirov ew ê çawa jîyana xwe derbas bike? Kirêya xwe çawa bide? Ceryana xwe çawa bide? Zarokên xwe ew ê çawa bişîne dibistanê? Ji destheqê kêmtirînê re ji sedî 50 zem hat kirin, lê ji tiştin dinê re ji wî zêdetir zem hat kirin. Ji ber vê yekê karker jî derdar e û kardar jî derdar e. Çareserî ev e ku em qezenca ku li ser mirovê tê dayîn zêde bikin.”

“Lazim e ku malên kamûyê bi lazimatî bê bikaranîn”

Yilmaz di axavtina xwe de weha got, “Di demeke kin de ew ê pira Çeneqqeleyê bikeve fealîyetê. Melîyeta pirê 3.1 milyar dolar e. Ji vê pere yê piranî jî ew ê şîrket bistînin. Dewlet ji şîrketan re dibêje ku ew ê di rojekî de 45 hezar erebe di pirê de derbas bibe, dema ku ew qas erebe derbas nebe zirara şîrketê ew ê dewlet bide. Ev mesele ji bona xelqê me zirare. Dema ku ew pir ket fealîyetê emê bibînin ku di rojê de çend erebe derbas dibin.”

“Zemên ku ji ceryan, av, erdxaz û xwarinê re tên kirin ji makeqanûnê re ters e”

Yilmaz di dawîya axavtina xwe de weha got, “Zemên ku tên kirin ji maddeya 2yemîn a makeqanûna me re ters e. Çîmkî di maddeyê de behsa unsûra dewleta civakî têkirin û weha dibêje ‘Komarîya Tirkîye dewletekî civakî û hiqûqî ye’. dema ku lazim bike dewlet xazîna xwe veke û îxtîyacîyên xelqê temîn bike. Çîmkî bacên ku ji me tên girtin ji bona ku îxtîyacîyên xelqê bên temînkirin e.” (ÎLKHA)