Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber rîska ku Rusya midexele li Ukraynayê bike zêde bûye, neçin Ukraynayê. Kesên ku li Ukraynayê ne jî bila bi lez û bez li gor îmkanên xwe welat terk bikin.”
Joe Bîdenê Serokê Amerîqayê destnîşan kir ku bila welatîyên Amerîqayê ji Ukraynayê derkevin dema ku Rusya Ukraynayê îşxal bike ew ê ji bo wan kesan re leşker neşînin û dema ku Amerîqa û Rusya dest bi herbê bikin ev herb ew ê bibe herba cîhanê.
Rusyayê ku ji 100 hezarî zêdetir leşker di sînora Ukraynayê de bi cîh kirîye, îddîayên ku ew ê Rusya êrîş li Ukraynayê bike qebûl nake. (ÎLKHA)