Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li Trablusa paytexta Lîbyayê êrîş li Abdulhamîd El-Dîbeybeyê Serokwezîrê Lîbyayê hat kirin. Di encama êrîşê de bi tu kesî tiştek nebû.

Hat ragihandin ku êrîşvanan ji cîhê êrîşê revîyan û Serdozgerê Lîbyayê jî derheqê meselê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)