Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûseke ku tê de 40 rêwî hebûn li nêzê gundê Pinarkayaya navçeya Çaya Afyonê ji rê derket û li şerempolê qelibî, bi xeberdana mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku rêwîyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin li nexweşxaneyên derdorê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran jî baş e. (ÎLKHA)