Li Hîndîstanê ji xwendekarên bi testtûr re îzîn nadın ku bila bikevin dersên xwe. Li wîlayeta Karnatakayê ku li başûra Hindîstanê ye nahêlin ku bila xwendekarên misilmanên ku bi tesettûrên bikevên sinifên xwe.

Ji teref rayedarên dibistanê ve hat daxuyandin ku dekanê zaningehê ji bona têketina sinifan îzîn daye lê di sinifekî cuda de dikevin dersê.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ev qedexekirin, li hinek herêman dibe sedema pevçûnê û di hinek herêman de pevçûn pêk hat. li gorî çapemenîya mehellî li wîlayeta Karnatakayê di navbera Misilman û Hînduyan de pevçûn pêk hat û di encama pevçûnê de çend kes  birîndar bûn.

Hat ragihandin ku dibistanên wîlayetê ji ber pevçûnan 3 roj hatin girtin û ev mesele jî di Dadgeha Bilind de ew ê bê dîtin.

Hikumeta wîlayetê di tarîxa 26ê Çileyê de panêlekî sazkiribû, qirar dabû ku heta panêl qirara xwe bide bila wan xwendekaran tesettûrên xwe derxin û unîformayên xwe li xwe bikin.

 Ji ber vê yekê xwendekarên bi tesettûr jî murecaetê Dadgeha Bilind yê  li karnatayê kirin û ji dadgehê re destnîşan kirin ku tesettûr, heqekî yê ku makeqanûna Hindîstanê dide wan e. (ÎLKHA)