Yapicioglu ji Salahaddîn M. Bahauddînê Sekreterê Giştî yê Partîya Kurdistana Îslamî yê Yekgûrtîyê peyama pîrozbahîyê şîyand û weha got, “Sazkirina 28emîn a Partîyê ji bona hemû endamên we û xelqê Kurdistanê re pîroz be.”

Yapicioglu di peyama xwe de weha got, “Bi navê Xwedê. Ez ji şexsê we re, ji hemû endamên we û dildarên we re hurmet û selamên xwe dişînim.

Sazkirina 28emîn a Partîya Kurdistana Îslamî yê Yekgûrtîyê, ji hemû endamên we û xelqê Kurdistanê  pîroz be.

Partîya Kurdistana Îslamî yê Yekgûrtîyê, di tarîxa xwe ya micadeleyê de ku heta niha kirîye, bi fikrê xwe yên hêvîdar, bi fealîyetên xwe yên sîyasî û civakî bi taybetî ji herêmê re, bi giştî jî ji misilmanên Iraqê re xizmetên gelek bi qîmet kirîye û di dilê xelqê de bi cîh girtîye. Ez bawer dikim ku Partî ji vê şunda jî ji xizmetên xwe re bi gelek başî û bi qewet ew ê berdewam bike, ew ê di dema bê de jî hûn ê gavên serfiraz bavêjin. Ez ji bona ku hûn her daîm serfîraz bibin ji Rebbê xwe daxwaz dikim.” (ÎLKHA)