Bûyer li navçeya Dangamê ya eyaleta Kunarê qewimî. Rayedaran ragihandin ku li herêmê di encama aşîtê de 20 kes di bin berfê de mane û heta niha cenazeyên 19 kesan hatine derxistin.
Li herêmê her sal di mehên zivistanê de ji ber berfê aşît çêdibe û ev yek dibe sedema mirina gelek kesan. (ÎLKHA)