Ersoy di axavtina xwe de weha got, “Xirabûna ku em îro li rastî hev hatine, xeyalekî ye ku daxwaz dikin minasebetên civakî ya dînî yê ku 1500 sal berê ye ku ava bikin e.”

Zêhnîyeta HDP/PKKê, dijmintî û kîna xwe ya li hember Îslamê û Misilmanan cardin nîşan da û ew dîsa di vê meselê de paşve neman.

Oya Ersoyê Mebûsa Stenbolê ya HDPê, di şeva Qendîla Regaîbê de di meclîsê de axavtinek kir û di axavtina xwe de heqaret li Îslamê kir, ew neyartîya xwe ya li  hember Îslamê bi eşkere nişan da.

Ersoyê ji HDPê, di dema hevdîtina Qanûna Meslega Mamostetîyê de heqê gotinê stend, di hevdîtinê de jî axavtinên  bêedeb kir.

Ersoy di axavtinê de qaşo sîstema perwerdehîyê rexne kir û got“Hûn dizanin ku em çima ji we re dibêjin ku hûn paşverû ne? Çîmkî hûn cebanî bûna dûzena Osmanîya ku 500 sal e û 1500 sale bi esasa dînî dihat jîyankirin û ji ber vê yekê mirovan paşve mabûn daxwaz dikin. Em pîrek jî hînbûn ku em dikarin azad bibin û nîyeta me jî tuneye ku em çi 500 sal û çi jî 1500 sal paşve biçin. Hûn nikarin me ew qas sal paşve bibin.”

Ev bêdebîya Ersoy, di raya giştî de bû sedema vê şîroveyê“Ji roja sazîbûna wan heta îro heqaretkirina li Îslamê û Misilmanan ku ji teref PKKê û mihreqên derve û hindir ve tên kirin berdewam dike.”

Ji ber vê axavtina Ersoy, ji teref bikarhênerên medyaya civakî ve di hîsabên xwe yên civakî de bertek hat  nîşandan.

Ji wan bertekan çend heb weha ne, “Hela hûn li vê zêhnîyeta c-hdpyî yên ku ew ê îfleh nebin binhêrin? Tu çawa diwêrî! Ev çi hovîtî ye! Heqaret kirina li Îslamê tê kirin ma qey azadî ye! Vana weka mûşrikan xeber didin! Ew ê ku paşverûne; hûn û serokên we yên ku hûn xwe ji evdan re dikin evd ku tu xêra wan jî ji we re tuneye ne. Îlahê me; ew Xweda ye ku  ew 1500 sal berê bi her tiştî zane û qeweta wî ji her tiştî re heye ye. Ew Xwedayê ku ‘erd û asîmanan xûliqandîye ye, xeyn ji wî Rebbekî ku ew tenê ye tuneye, Ew dixuliqîne û tenê ye. dema ku em werin ji we re jî; paşverûtîya herî mezin a we ev e ku hûn li pey putekî diçin ku xêra ew putê jî ji tu kesî re tuneye.”

Bila tu kes bi heqaret kirina Rebbê me qala azadîyê neke. (ÎLKHA)