Peyama Platformê, ji teref Necmî Durmazerê Koordînatorê Platforma Neslê Qur’anê yê Qonyayê ve hat belavkirin.

Durmazer, ji peyama xwe re bi hemd kirina li Xwedê Teala, selat û selamên anîtina li ser pêxember dest pê kir. Ew destnîşan kir, ji ber ku ew gihîştine vê meha bereket, mexfîret û rehmetê gelek kêfxweş bûne.

Durmazer di axavtina xwe de destnîşan kir ku van mehên bi rehmet ji vê dinyayê ya ku şertên wî bi zor û zehmet e re dibe hilmekî teze, “Em ê Şeva Regaîbê yê ku mizgînîya Sê Mehan e îdreq bikin. Lê vê şevê şevekî wisa ye ku Rebbê me di vê şevê de rehmet û alîkarîyên xwe wek baranê dibarîne.”

Durmazer ragihand ku, “Van Sê Mehan û bi taybetî vê şeva mibarek, ji bona wan mirovên ku ji nû ve daxwaz dikin ku dest bi heyatê bikin re firsetek e, ji wan kesên ku rêyên xwe winda kirine re ew ê bibe pirekî û ji wan kesên ku bêhîvîbûn e re jî ew ê bibe derê hêvîyê. Ev şev şevekî bimbarek e ku ji wan kesên ku ji gemarîya vê dinyayê daxwaz dike bireve re, ji bona ku bighêje Rebbê xwe şevekî herî xweşik e. Resulê Xwedê (s.x.l) di hedîsekî xwe de weha dua dikir, ‘Xwedayê min Receb û Şebanê bimbarek bike û me bighêjîne Remezanê.’ (Taberanî, Ewsat, 189)”

“Wextekî yê ku ew wext, wextekî Pîroz e”

 Durmazer di peyamê de weha got:

“Sê Mehan, ji bona tobê û îstîxfarê, hetta ji bona paqijîya gunehên me, rihên me yên ku hûr bûye em ê bi firehîya îmanê rihê xwe fireh bikin, şiûra xwe teze bikin û ji bona ku em riza Xwedê qezenc bikin, wextekî pîroz e.

Rebbê me, bila van mehên bimbarek, nexasim Şeva Regaîbê, ji mezlûmên li ser rûyê ‘erdê re bike firehî, ji însanîyetê re bike hîdayet, ji bona şîyarbûna ummetê û ji wehdetê re bike wesîle. Bila heyata me ji me re wekî mîna Qur’anê û bila ji me re bike nisîb ku em neslekî bi Qur’an perwerde bikin.

Em bi vê wesîlê, bi navê Platforma Nesla Qur’anê, Sê Mehên û Şeva Regaîbê ya hemû alema Îslamê tebrîk dikin, ji Rebbê xwe temennî dikin ku bila bike wesîla xêrê. (ÎLKHA)