Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir ji xêrxwazan daxwazîyek kir, di daxwazîya xwe de destnîşan kir ku çi qas jî xwedîyê xwerxazan û bexişvanan alîkarîyê bikin jî ew ê ji sedan û bi hezaran malbatên mixtac re alîkarîyê bikin.

Elelçî di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew bi navê Karwana Hêvîyê li çar alîyê welêt ji ber minasebeta sê mehan dest bi alîkarîyan kirine.

Elelçî derheqê xebatên alîkarîyê de agahî da û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir li navçeya Yenîşehîr, Sur, Kayapinar, Rezan û navçeyên dinê dest bi xebatên alîkarîyê kir. Me di encama van alîkarîyên xwe de ji malbatên xwe yên mexdûr û mixtacan re kolîyên xwarinê, goştê sor û tiştên taştê belav kir. Hemd ji Xwedê Teala re be ku em di nav xêrekî wisa da ne. Alîkarîyên ku ji teref xêrxwazên me ve tên ji me re  ji malbatên feqîrên ku di berê de hatine tespîtkirin re belav kir. Em ji wan malbatên mixtacan re daxwaz dikin ku bila di van mehên rehmet û bereketê de li ser navê xêrxwazan ji Rebbê Alemê re ji bona welatê me û dinya bila bikeve selamet û firehîyê duayan bikin. Em bi navê Karwana Hêvîyê îro û sibê jî em ê xebatên xwe berdewam bikin. Em ji wan xêrxwazên ku alîkarîyên xwe ji me re dane re jî daxwaz dikin û dibêjin ku em ê wan alîkarîyên we jî bighêjînin wan malbatên feqîr û mixtacên ku bi sedan û hezaran in re. Em daxwaz dikin ku bila ji rehmet û bereketa sê mehan îstîfade bikin. Ji ber vê yekê em ji xêrxwazan daxwazîya bexş û alîkarîyên wan dikin. Rebbê alemê bila xêrên we hemûyan qebûl bike, Xwedê Teala ji we razî bibe.” (ÎLKHA)