Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobuseke rêwîyan a ku di bin qontrola Mehmet Orakçî de bû li nêzê rêya Tarsus-Edene-Entabê li tirê qelibî û gindirî şerempolê di encama qezayê de 28 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar ji teref ekîbên 112’yê ve hatin rakirin nexweşxaneyên Entab,Mereş û Kinikanê. (ÎLKHA)