Qeza li 15emîn kîlometreya rêya Akçakale-Ceylanpinarê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku nayê zanîn du otomobîl li hev qelibîn. Di qezayê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û jin û zarok jî di nav de 13 kes birîndar bûn.

Birîndar ji teref ekîbên Servîsa Lezgîn a 112an ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Hat destnîşankirin rewşa çend birîndaran giran e. (ÎLKHA)