Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gundê Karpuzluyê di navbera malbatan de ji ber lihevnekirina ‘erd bi dar û keviran pevçûnek pêk hat. Li gorî dîyarîyên’ewil di encama pevçûnê de 23 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji cîhê pevçûnê re gelek ekîbên tenduristî û cendirme hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan û cendirme jî li derdorê tedbîr girtin.
Hat ragihandin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)