Li gorî qirara ku di Rojnameya Fermî de hatîye weşandin, îstîfa Abdulhamît Gul hatîye qebûlkirin û di cîhê wî de Berkîr Bozdagê Mebûsê Yozgatê û Serokê Komîsyona Makeqanûna Meclîsê ye hat tayînkirin.
Qirara ku derheqê tayînkirinê de hatîye dayîn, bi îmzeya Serokkomar Erdogan ve di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Tayînkirin, li gorî maddeyên makeqanûna 104 û 106an hatîye çêkirin.
Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê yê berê yê Tirkîyê derheqê meselê de di medyaya xwe yê civakî de nivîsek belav kir û weha got, “Min dev ji wezîfeya xwe yê ku di 19ê Tirmehê ya sala 2017an de ji teref Serokkomarê me ve hatibûm wezîfedarkirin berda. Ez ji Serokkomarê me re ji bona ku daxwazîya min a efûbûnê qebûl kirîye teşekur dikim û ji Bekîr Bozdagê Wezîrê Edaletê me yê nû re jî serfirazîyê daxwaz dikim.” (ÎLKHA)