Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Nîjeryayê hatine bidestxistin, li kana madenekî yê nêzi bajara Calabara paytexta wîlayeta Cross Rîverê hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatîye destpêkirin û ji gelek kesan jî xeber nayê girtin. (ÎLKHA)