Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, transîtek û erebeyeke ku plaqe û navê şoforên wan nehatîye hînbûn li ser rêya têketina navçeya Misircê li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji şoforên derdorê hatine wergirtin, ji cîhê qezayê re gelek ekîbên 112yan hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku li kesên birîndar li cîhê qezayê midexeleya ‘ewil hat kirin û dû re ew hatin şîyandin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê. (ÎLKHA)