Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Parastinê yê Tunusê Mohammed Zekrî ve hat ragihandin di encama binavbûna tekneya koçberan de 6 koçber canê xwe ji dest dan û 30 koçber jî winda bûn.

Zekrî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di encama bûyera ku pêk hat de 34 kes hatin xelaskirin û ji bo yên winda jî bê dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)