Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, di seatên êvarê de ciwanên Filistînî li ber Derê Şamê bi gulofîta berfê leyîstînê û ji ber vê yekê di navbera wan û rejima îşxalkeran de xirecir pêk hat. Di encama xirecirê de rejima îşxalker bi bombeyên xazê êrîş li ciwanên Filistînîyan kir.

Hat destnîşankirin ku li Taxa Et-Tura ku li herêma Çîyayê Zeytûnê ye jî di navbera ciwanên Filistînî û rejima îşxalkeran de êrîş pêk hat.

Li gorî dîyarîyan di encama her du meseleyan de15 ciwanên Filistînî ji teref rejima îşxalkeran ve hatin desteserkirin. (ÎLKHA)