Ji teref Midirtîya Ewlehîyê ve hat daxuyandin ku 3 gule li avahîyê ket û derheqê êrîşê de jî kesek hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku di 6 salên dawî de ji Komaleya Navenda Çanda Îslamê re herî kêm 3 car êrîş hat kirin.
Konseya Navenda Misilmanên Almanyayê di hîsaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Şikir ji Xwedê re ku cardin jî tu kesek birîndar nebû. Dijmintîya Misilmantîyê û nijadperestîyê li ser zimanê tenê namîne.” (ÎLKHA)