Qeza derdora seat 08.00an de li nêzî gundê Çalkayayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Erzurumê ve diçû ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî.

Di encama qezaya ku  pêk hat de kesek mir û 18 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)