Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Îranê hatine bidestxistin ku ew jî ji rayedarên leşkerî bidestxistine, tetbîqata Îran, Çîn û Rusyayê ew ê roja Înê bê destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku di tetbîqatê de manewrayên xelaskirin û rizgarkirina keştîyekî bê sazkirin.

Hat ragihandin ku armanca tetbîqatê; qewetkirina rêyên tîcareta navneteweyî û micadeleya bi qorsanan e. (ÎLKHA)