Di encama êrîşê de polês ji bona ku ji mirovî re hişyarî bibe çekên xwe li alîyê hewayê de teqandin, ji ber vê yekê mirovê êrîşker ji nigê xwe birîndar bû û polêsek jî bi guleyekî yê ku pekîya birîndar bû.

Derheqê meselê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanî de weha hat gotin: “Îro di seat 10.50î de ji teref mirovekî ku navê wî M.G ye ve, ji ewlehîyekî yê ku di Dadgeha Çaglayanê de wezîfedar e re bi kêrê êrîş hat kirin. Ji teref hêzên ewlehîyê ve ji mirovê êrîşker re bi çek û bi gotin hişyarî hat kirin, lê ew mirov hişyarîyê gohdar nekir û ji teref endamên ewlehîyê ve midexele hat kirin, ew mirovê êrîşker ji pîyê xwe hat birîndarkirin û dû re mirovê birîndar hat rakirin nexweşxaneyê. Di encama midexeleyê de M.F.Yyê ku di Midirtîya Ewlehîya Navçeya Kaxitxanê de wezîfedar e jî birîndar bû û ew polês hat rekirin nexweşxaneyê. Derheqê meselê de jî tehqîqat hat destpêkirin.” (ÎLKHA)