Osman Talayhanê bavê şehîd Abdulcelîl Talayhan ku li Xanikêya girêdayê navçeya Xezexê jîyan dike, vê sibehê li Nexweşxaneya Dewleta Îdîlê rehmet kir.

Hat destnîşankirin ku cinaza Talayhan ji teref eqrebe û malbatên wî ve ji nexweşxanê hat girtin û ji bona ku bê definkirin hat birin gundê Xanikê.

Malbatê Talayhan tezîyên xwe li gundê Xanikê  danîn.

Abdulcelîl Talayhan û Mehmet Şerîf Şîmşekê endamê HUDA PARê di tarîxa 29ê Gulanê sala 2015an de ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin. (ÎLKHA)