Daxuyanî ji teref Şehzade Demîrê Berdevkê Partîyê ve hat xwendin.

“Bêmenewîyat ciwana dike buhranekî”

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ciwanîyekî yê ku îxtîyacîyên wanê maddî û menewî hatîye dîtin û ciwanîyekî dilpak ew ê bi tevî xwe civakê jî pêşve bibe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev cîwanîyê ku ew qas muhîm e di demên dawî de, bi navê ateîzm,deîzm û endîşeya dema bê bêsiûdîyekî ye. Ev pirsgirêk, lazim e ku bibe meseleya herî muhîm ya rojeva sîyaset û civakê, haya mirov ji vê talûkê hebe û ji bona vê talûkê tedbîrên ku çi hewce dike jî divê bên girtin. Koka medenîyetan û kulturên mezin, dîn e. Bêbawerîtî, li pêşîya medenîyet û kulturan talûkeyekî mezin e. Dema ku dîn bi şaş bê temsîlkirin dibe pirsgirêkek û ev pirsgirêk jî ji teref kultura populer, paradîgmayekî hakim û sîstema perwerdehîya laîk ve tê pêşkarîkirin. Ev pirsgirêk xeyn ji van tiştan ji ciwanan re dibe sebeba xeribbûnê û ji bona duzenekî bi temel re jî dibe asteng. Tirkîye, heta neketîye rêyekî neçar, lazim e ku qîmetê bide vê meselê û derheqê vê meselê de polîtîkayan bikemilîne û ev rîka hanê berteref bike. Lazim e ku dewlet, ji vî kultura populer a ku ciwanîyê dike bin qontrola xwe re bi şeklê rêbazekî neşîtîyê nebîne û dev ji vê polîtîkayên ku alîkarîyê dide vê meselê jî berde.  Bi taybetî lazim e ku dev ji vê sîstema Ewropayê ya koka wî Laîktîye jî berde û veguherîne. Ji alîyê din ve jî hikumet jî cidîyeta vê meselê fehm bike, bedela wî çi dibe bila bibe lazim e ku ciwanan ji endîşeyên dema bê û manewîyatê xelas bike. Ji vê tiştê pê ve wan weşanên bi nivîsî, çapkirî û dîtinî yên ku ciwanan ji eslê xwe re dike xerîbkirin û dijminê kulturê bê bin qontrolkirin.”

Miltecî ne kehnîya pirsgirêkê ye, ew mexdur in

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê koçberan de jî got ku herba di nav welata Surî de encamê wî yê herê tûj, bêgûman meseleya miltecîyan e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Di nav welatên ku ji vê meselê tesîrdar bûne de, ji wan welatan jî pêşewanê welatê Tirkîyeyê ye. Xelqê me ji serî heta niha ji wan miltecîyan re dilê xwe vekirin, wan xwe bi îmkanên xwe yên maddî û manewî seferber kirin e. Ev seferberî, hewceyê medenîyet û bawerîya wan e. Lê dirêjbûna vê demajoyê di hinek meseleyan de bûye sebeba pirsgirêkan. Sebeba van pirsgirêkan yek, gotinên nijadperest û dîke kirinê ye.Lê hêjmara ew qas miltecîyan, dibe sebeba hinek netîceyên civakî û îqtîsadî. Heta ku ev demajo dirêj bibe teşebûsên provokasyonan an jî bêîstîqrarîyê berdewam bike. Ji bona ku mirov pêşîya van tiştan bigre lazim e ku bi hestyartir, însanîtir û mesultir hereket bike. Miltecîyan, dema ku bi dijmin bên hesibandin û bi dijmin bên nîşandan tê dîtin ku encamekî baş nîşan nade. Di mesela Surî de ku hatîye vê halê, tesîra polîtîkayên xeta yên ku ji teref welatên herêmê ve hatine kirin mezin e. Tiştê ku bê kirin ew e; welatên herêmê bi halekî lez Surîyê bila bighêjînin welatekî bi îstîqrar û ji bona ku miltecî biçin welatên xwe jî îmkanekî bê sazkirin. Di vê encamê de lazim e  ku pêşî midexeleyên ku ji derve tên kirin, bila bên sekinandin, Tikrîye û Îran dîsa wextekî dirêj bila winda nekin û ji bo çareserîyekî sîyasî yê ji bona menfeatên xelqê Surî jî xebatan bikin. Cardin jî hatîye dîtin ku heta îstîqrara Surîye neyê halkirin îstîqrara welatên cîranê Surî jî ne mumkin e.”

 

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê rojeva derve de wisa got:

Li Efxenîstanê drama însanîyetê zêde dibe!

Li Efxenîstanê yê ku îşxala ku 20 sale hebû û ew îşxal hatîye dawîkirin, feqîrî zêde dibe. Nîvê nifusê xwerina xwe bi zorî bi kar tîne û ji sedî 97ê nifusa welat jî feqîr bûye. Tê dîtin ku neyarên Îslamê piştî îşxala ku 20 sale hebû û ew îşxal hatîye dawîkirin, niha jî bi embergoya îqtîsadî daxwaz dike ku xelqê Efxenîstanê terbîye bike. Wan neyaran nahêlên ku alîkarîya însanî bighêje Efxenîstanê û digel ji vê qedexekirinê dest dane li ser rezervên welat, ji ber vê yekê ew xelqê Efxenîstanê mehkûmê birçîbûnîyê dikin. Lazim e ku ji wan xelqê Efxenîstanê ku ji ber birçîbûnê organên xwe difroşin re bi lez alîkarî bê kirin, welatên Îslamî jî ji bona wan rezervên Efxenîstanê ku hatine desteserkirin jî bihevdû re hereketê bikin. Ji bona xelqê Efxenîstanê yê ku mehkûmê birçîbûnîyê hatine kirin, lazim e ku kampanyaya seferberîyê bê destpêkirin, di encama vê kampanyayê de lezim e ku di serî de îxtîyacîyên xwarinê, amûrên tenduristîyê û îxtîyacîyên temelî bi lez û bez bê helkirin.

Sireca îadekirina alimê Uygurê divê bê sekinandin!

Hamdullah Abdulveliyê alimê ji Uygurê ye, di sala 2020an de ji bo hecê çûbû Erebîstana Siûdî û ji bona ku ji sînor ney avêtin micadele kiribû, lê dîsa jî hatibû qefaltin û wî kiribûn girtîgehê. Bireveberîya Erebîstana Siûdî jî hazirî dike ku Hamdullah Abdulveli û Misilmanên Uygurê dinê yên ku bî wî alimê re ne ew ê teslîmê Çînê bike. Zilm, xebatên asîmîlasyon û miameleyên xirabîyê ku Çîn ji  mirovên Tirkîstana Rojhiliatê re dike,wan zilm û asîmîlasyon bi tevî delîlên xwe ji kamûyê re hatibû nîşandan. Mislimanekî yê ku dema bê hecê zane ku ew ê zilmê bibîne û lê ew mirov dîsa jî ji bona heca xwe hatîye welat, teslîmkirina ji bona dewletekî yê wî dewlet jî ew ê dînê wî mirovê asîmîle bike. Ji ber vê yekê ev hereketa teslîmkirinê hereketekî neînsanî ye. Ji teref Erebîstana Siûdî ve yê ku ew mesulê parastina mirovên ku bên Hecê ye, teslîmkirina Hamdullah Abdulveli û Misilmanên Uygurê dinê yên ku bi mele Hamdullah re ne ji Çînê re bê nayê qebûlkirin. Li hember sekinandina zilma ku li ser misilmanan tê kirin, pêşî heqê welatên Îslamî ye, ji bona menfaatên xwe bi dijminên Îslamê re kirina tevkarîyê, şîyandina wan misilmanan ku bila ji wan misilmanan re zilm û îşkencê bê kirin, îxanetekî aşkere ye. Lazim e ku Erebîstana Siûdî ev teşebûsa xwe dawî bike, li hember zilma Çînê be û li alîyê Misilmanên Uygurê bisekine.” (ÎLKHA)