Karwana Hêvîyê ya ku di navbera xêrxwaz û malbatên mixtacan de wezîfeyekî pirê dibîne, di nava 3 mehên dawîn de komir, xwarin, cilên zivistanê û pereyên ku ji xêrxwazan hatine komkirin, ji malbatên mixtac re belav kir.

Alîkarîyên Karwana Hêvîyê, dilê mixtacên bajara Agirîya ku zivistana wî bi dijwar derbas dibe, xweş kir.

Suat Çelîkê Serokê Karwana Hêvîyê ya Agirîyê derheqê alîkarên ku di 3 mehên dawîn de hatine kirin daxuyanîyek belav kir. Suat di axavtina xwe de destnîşan kir ku ji teref wan ve di encama alîkarîyên çeşît bi çeşît de di fîyeta 100 hezar TLyî de alîkarî hat kirin.

Çelîk di daxuyanîya xwe de ragihand ku ew bi emrê Xwedê Teala, başîtî û xêrê ji xwe re kirine xaye û ji ber vê yekê ji bona ku malbatên mixtac kêfxweş bikin ew cehd dikin.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de weha got: “Xwedê Teala di Qurana pîroz de ji me re dibêje ku ‘Di rêya başîtî û xêrê de bi hev dû re alîkarî bikin. Di guneh û dijmintîyê de jî ji hevdû re alîkarî nekin.’ Em jî ji ber vê ayetê wezîfeyên xwe bi cîh tînin. Bi rastî jî bajara me bajarekî pir sar e, mehên zivistanê gelek dijwar derbas dibe, çeşît bi çeşît lazimatîya însanan hene. Em jî di vê meselê de stûyê xwe dikin bin kendir. Em diçin cem xêrxwazên xwe û Xwedê ji wan razî be ew jî her yek qandî îmkanên xwe ji me re alîkarîyê dikin. Hinek tiştên xurînîyê, hinek komir, hinek pere, hinek beqlîyat û hinek jî rûn didin me û em jî wan alîkarîyên wan dikin kolîyekî û ji mixtacan re belav dikin. Me di vê 3 mehên dawîn de 50 hezar TL pere da ye, di fîyetê 50 hezar TLyê de jî goştê sor û mirîşk belav kir. Di vê 3 mehên dawîn de bi tevahî di fîyetê 100 hezar TLyî de alîkarî kir.” (ÎLKHA)