Sazîya Hilbijartina Bilind, partîyên sîyasî yên ku di hilbijartinekî nêz de dikaribin beşdarî hilbijartinê bibin daxuyand. 4 partîyên ku di hilbijartina dawîn de nikaribûn beşdarî hilbijartinê bibûna ew ê di vê hilbijartinê de dikaribin beşdarî bibin. Ji ber vê yekê bi tevahî 24 partî ew ê beşdarî hilbijartinê bibin.
Partîya Emekê, Partîya Milletê, Partîya Karkerên Tirkîyê û Hereketa Komînîsta Tirkîyê organîzebûna xwe temam kirin û tevlî bûn. Partîya Memleketê ku Muharrem Înce serokê wî ye û Partîya Vegrandina Tirkîyeyê ku Mustafa Sarigul serokê wî ye ew ê nikaribin beşdarî vê hilbijartinê bibin.
Lîsteya ku ji teref BHCê hatîte daxuyandin wisa ye:
1- Partîya Edelet û Pêşketin
2-Partîya Welatê Bav û Kalan
3- Partîya Tirkîyeya Serbixwe
4- Partîya Yekîtîya Mezin
5- Partîya Xelqa Komarîyê
6- Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê
7- Partîya Demokratîka Çep
8- Partîya Demorat
9- Partîya Xebat
10- Partîya Pêşerojê
11- Partîya Ciwan
12- Partîya Xelqên Demokratîk
13- Partîya Doza Azad
14- Partîya Baş
15- Millet Partisi
16- Partîya Hereketa Miletperest
17- Partîya Mihafazakara Bilinbûn
18- Partîya Seadetê
19- Partîya Çep
20- Partîya Karkerên Tirkîyê
21- Hereketa Tirlîye ya Komînîst
22- Partîya Tirlîye ya Komînîst
23- Vatan Partisi Partîya Welat
24- Partîya Dîsa Refeh (ÎLKHA)