Yapicioglu û lijneya pê re ji teref Serokê Koma Komela Dadgerî Abdussettar Mecîd ve hat pêşîwazîkirin.

Piştî ziyareta ku hat kirin her alîyan daxuyanîyeke hevpar dan.

“Em birayên Kurdistanê Iraqê ne û ew jî birayên me ne”

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew dixwazin pêwendîyên xwe yên bi Kurdên Herêma Kurdistanê re xurt bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû çar roj ku em li Herêma Kurdistanê ne. Li her hîzbên sîyasî pêwendîyên me hene. Em hatin vê derê û terefan re  li ser kêşeya kurd, li ser Herêma Kurdistanê û bi tevahî li ser rewşa Iraqê û li ser siyaseta Tirkîyeyê danûstandinên me çêbûn. Me di van hevdîtinan de fikrên xwe got û birayên xwe guhdar kir.Em bawer dikin ji bo pêşerojê û ji bo milletê me lazim e li ser heq û edaletê temamê hîzban alîkarîya hev bikin û pêwendîyên xwe xurt bikin. Va bû 4 roj ku em li vê derê ne û me ziyaretên xwe didomînin.Me serdana  Serokê PDKê kir û sibe yê Mamoste Elî Bapîr û îro jî em ê serdana Selahaddîn Bahaûddînê Serokê Yekgirtûya Îslamî bikin.Doh jî me Cigîrê Parlemenê ziyaret kir û me bi fraksîyonên parlemenê re hevdîtin kirin. Danasîn baş e, naskirin baş e. Em ê hev nas bikin û pêwendîyên xwe xurt bikin.Em birayên Kurdistanê Iraqê ne û ew jî birayên me ne. Ji ber vê yekê em ê pêwendîyên xwe xurt bikin.”

“Me di hevdîtinê de derheqê maf û heqên Kurdan de û xizmetên ku dê ji bo Kurdan bên kirin de gotûbêj  kir”

Abdussettar jî ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û got: “Îro me bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu hevdîtin kir. Ji berê ve pêwendîyên me bi hev re hene. Berî niha em jî çûbûn serdana wan ew jî hatibûn serdana me. Weke ku tê zanîn li Tirkîyê alîgir û piştevanekî berze û zêde yê HUDA PARê heye. Me di hevdîtinê de derheqê maf û heqên Kurdan de û xizmetên ku dê ji bo Kurdan bên kirin de gotûbêj  kir. Şîar û prensîbên me yên her du alîyan a esas Îslam e. Berdewamkirina hevdîtinên wisa gelek muhîm in. Me ji wan re destnîşan kir, em dikarin tecrubeyên xwe yên li vê derê bi we re parve bikin.Em dizanin ku ew berî niha bi gelek zehmetîyan re rûbirû mane, lê belê wan li ber xwe dan û micadele kirin. Em ji wan dixwazin ku vê berxwedana xwe bidomînin.Em hêvî dikin ku xebatên Îslamî û xizmetên xwe yên bo Kurdan ew bidomînin.”(ÎLKHA)