Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Alî Bapîrê Serokê Giştî yê Komelaya Dadgerîya Kurdistanê zîyaret kir.

Llijneya HUDA PARê ji teref Serokê  Komeleya Dadgerî Alî Bapîr û endamên partîyê ve hat pêşîwazîkirin.

Ji ber ziyareta ku hat kirin, Alî Bapîr ji Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê re dilxweşîyê xwe anî ziman û ji Yapicioglu re derheqê xebatên partîyê de agahî da.

Yapicioglu jî di zîyaretê de bal kişand  li ser yekîtî û bi hevrebûnê û Yapicioglu got ku ‘Lazim e ku ev zîyaret bi beramberî û her tim bên kirin.’

Di hevdîtina ku  hat kirin de Zekerîya Yapicioglu  destnîşan kir ku partîyên sîyasî lazim e ku bi hevdû re ji bona pêşveçûna gel a maddî û manewî, nexasim a Kurdan xebatan bikin û ev xebatên wan jî gelek muhîm e.

Her du alîyan di zîyaretê de fikrên xwe ji hevdû re gotin û dilxweşîyên xwe anîn ser ziman. (ÎLKHA)