Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Şêx Raşîd Ahmed derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Ahmed di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, hejmara kesên ku ji ber berfê li herêma Galîyatê di rê de mabûn û canê xwe ji dest dan derket 23 kesan.

Ahmed di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)