Ji teref rayedarên wîlayeta Papuayê ve hat ragihandin, ji ber barana ku ji êvara pêncşemê vir ve dibare, di bajara Jayapura û hinek hereman de bû sebeba lehî û hezazê.
Rayedaran îfade kirin ku heta niha 6 kes canê xwe ji dest dan, 500 kes jî ji cîhê xwe bûn.
Li gorî vîdeoyên ku di hîsabên medyaya civakî de hatine belavkirin, tê dîtin ku hinek mal û dikan di bin avê de mane.
Hat destnîşankirin ku ekîbên lêgerînê bi kelekan ji mirovên ku ji lehîyê tesîrdar bûne re bûn alîkar. (ÎLKHA)