Mewlewî Muhammed Emînê ku di ‘emrê xwe yê 144an de gelek ‘îlm hînbûye û gelek aliman jî perwerde kirîye, li Efxenîstanê alimekî herî muhîm dihat naskirin.

Muhammed Naîmê ji Berdevkê Hikumeta Efxenîstanê piştî wefata Mewlewî Muhammed, di hisaba xwe ya  medyaya civakî de peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got, “Muhammed Emîn Mewlewîyê ku Şêxê Hedîs bû û li Wîlayeta Samanganê rûdinişt, ji ber nexweşînê di ‘emrê xwe yê 144 salî de rehmet kir. Mewlewî, di dewra Amanullah Xanê de ji Dibistana Deobanda Hîndîstanê mezun bû. Ji wê demê heta niha di gelek dibistanên dînî de gelek aliman perwerde kir.”

Ji bona Mewlewî Muhammed ji Tirkîyê, Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê û Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyamek belav kirin û ji merhum re ji Xwedê rehmet daxwaz kirin, ji xelqê Efxen re jî niyazên xwe yên sersaxîyê şîyandin. (ÎLKHA)