Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li çar rêya Tofaş a li Taxa Abdullahpaşayê di seat 21.30an de pêk hat. Erebeya ku bi plaqaya wê  23 BC 326 bû,  li rêwîyê  bi navê Yasîn Ç. xist. Di encama qezayê de ji cîhê qezayê ekîbên polês û tenduristîyê hat şîyandin.

Hat destnîşankirin ku Yasîn Ç. li cîhê qezayê canê xwe ji dest da û şoforê erebê jî bi peyatî ji cîhê qezayê revîya.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)