Li herêma Hizmaya Qudsê ji teref xortên misilman ve li dijî otobûsekî rejima îşxalker bi keviran çalakî hat lidarxistin. Hat hînbûn ku di çalakîyê de kesekî yê ji rejima îşxalker ê ku şofortîya otobûsê dikir birîndar bû.
Jê pê ve doh di seatên êvarê de li bajaroka Sîlvana ku li başûra Mescîdî Eqsayê ye di navbera rejima îşxalker û misilmanan de pevçûn çêbû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin sîyonîstên îşxalker ji misilmanên ku bajaroka Sîlvanê re bi guleyên plastîk û bombeyên xazan êrîş kirin Ji ber vê yekê xortên Filistînê jî li hember êrîşên sîyonîstan bi kevir û agirbazîyan bersiv dan. (ÎLKHA)