Hat destnîşankirin ku li bajaroka Narayê ji teref kesên bi çekdar ve li yekînîya leşkerîyê êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de 7 leşker canê xwe ji dest dan, 12 leşker jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin ku di êrîşê de zêdetirî 35 kesên êrîşkar hatin kuştin û li herêmê operasyoneke mezin û berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)