21 roj e ku li daristanên herêma Patagonîaya Arjantînê şewat derketîye û ew şewat berdewam dike, helîkoptera ku ji bona tefandina daristanê wezîfedar bû ket xwarê, pîlot û makînîstekî canê xwe ji dest dan.
Komîtîya Ewlehîya Gihîştandina Arjantînê daxuyand kir ku derheqê sebeba qezayê de tehqîqat hat destpêkirin û dibe ku qeza ji ber rewşa hewayê, xirabûna teknîkî an jî ji ber xetaya însanî pêk hatîye. (ÎLKHA)