Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Efxenîstanê hatine bidestxistin, li wîlayeta Kandaharê xwendekarên medresê dema ku di dersê de bûn banê medreseyê hilweşîya.

Hat destnîşankirin ku di encama hilweşînê de kesên derdorê ji bona ku xwendekarên di bin medresê de mane xelas bikin dest bi xebatên xelaskirinê kirin.

Ji teref Muhammed Qasimê Sertabîbê Nexweşxaneyê Kandahar Mîr Wîasê ve hat daxuyandin ku, di dema hilweşînê de xwendekarekî canê xwe ji dest da, tedawîyê 13 xwendekaran jî berdewam dike. (ÎLKHA)