Zêdetirî 200 karkerên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatên li Parka Neteweyî ya Nahuel Huapi, Alumine û Andean Comarca xebatên xwe didomînin. Rayedaran diyar kirin ku şewata li Patagonyayê nêzî 4 hezar hektar erd zirar dîtiye.

Tê diyarkirin ji ber şewata ku berdewam dike gelek şênî ji malên xwe bûn û zirar dîtin. (ÎLKHA)