Hat destnîşankirin ku ji ber barîna baranê li navçeya Uzunkopruyê lehî rabû û rêya gundan hatin girtin, gelek dikanên ku di sîteya senayîyê de ne jî di bin avê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Çarrêya Kirkkavak, Beykonak û Çopkoya li navçeya Uzunkopruyê ji erebeyan re hatin girtin.

Hat ragihandin ku ji dikanên ku di bin avê de mane re xebatên paqijîyê hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)