Li gorî agahîyên ku ji ajansa SANAyê hatine bidestxistin rejima îşkalker di seat 03.20an de êrîş bir li sehaya bendera konteyneran a  tîcarî yê li bajara Lazkîye ya Surîyê.

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşê li herêmê şewatekî mezin derket û ew şewat bi xebatan hat tefandin, lê di encama şewatê de  xesarên madî derket.

Ji teref rayedaran ve hat dîyarkirin ku di konteyneran de makîne, erebe, rûna erebê û perçên yêdek hebûne.

Hat ragihandin ku di encama şewatê de Nexweşxaneya Al-Nada û hinek bînahîyên nêzê benderê jî şewitîne. (ÎLKHA)