Yapicioglu di civîna ku kir de derheqê problemên bajêr de nirxandinan kir û balan kişand li ser kesên daxwaza dikin îqtîsad cardin xera bibe.

“Hinek siyasetmedar daxwaz dikin ku di warê îqtîsadê de qeyraneke nû pêk were”

Yapicioglu di nirxandina xwe de destnîşan kir, zêdebûna bûhayê dolarê operasyoneke psîkolojîk e  hinek kes ku daxwaz dikin ku ev operasyon berdewam bike. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heqê dolar, euro û zêr daket lê belê tiştê herî muhîm e divîyabû ev yek bûbe sebeba rihetbûnê, lê belê hinek rojnameger û siyasetmedar hene ku daxwaz dikin dowîz cardin zêde bibe.Em li ser navê memleket li ber vê yekê dikevin û mehzûn dibin.Dolar di demeke kurt de 2 qet zêde bû ku sedema vê yekê ne sedemên îqtîsadî ne. Lewra zêdebûna heqê dolarê operasyoneke psîkolojîk bû.  Ji ber ku însan nizanibûn çi dikin û bi vê hişê berê xwe dabûn standina dolaran, dolar ji nişka ve zêde bû. Dema ku hikûmet polîtîkaya xwe aşkere kir aramî hakim bû û gel bawerîya xwe bi TLyê anî ku ji ber vê yekê dolar gelek zêde daket. Digel vê yekê hinek îqtîsadvan derketin û gotin ku ew ê heqê dolar û zêde dê gelek zêde zêde bibe û ev kes bi vê yekê daxwaz kirin ku cardin qeyran di nav civakê de hakim bibe.”(ÎLKHA)