Ketaîb Hîzbullah di daxuyanîya xwe yê nivîskî de weha got, “Wan kesên ku dest dabûn ser heqên xelqê Iraqê, ji Sîyonîstan,DYAyê û Rejima Siudî re alîkarî dikirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Komîsyona Hilbijartina Bilinda Serbixwe ya Iraqê jî ji vê tifaqê êrîş dîtîye û di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Darazîya Iraqê jî di bin şantaj, tehdît û zorîtîya Sefîra Baxdayê ya DYAyê û Jeanine Plasschaertê Temsîlkarê Taybetîyê Iraqê yê Koma Miletan de ma.”

Hat destnîşankirin ku Koalîsyona Fetîh a mitefîqa Ketaîb Hîzbullah, ji bona ku encamên hilbijartinê bê îptalkirin ji Dadgeha Federala Bilind a Iraqê re muracaaat kiribû û ew muracaat nehatibû qebûlkirin. (ÎLKHA)