Qeza li ser 20emîn rêbeja Sêwêrek-Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 27 P 2676 a ku ajokarê wê Cuma Bay bû ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê gindirî şarampolê.

5 kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)