Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, şewat li îstasyonekî sotemenîyê ya li ser rêya Riha-Mêrdînê pêk hat, sebeba şewatê jî hê nayê zanîn.

Hat destnîşankirin ku xebatkarên îstasyonê telefonî ekîbên îtfaîyê kirin û şewat ji teref ekîbên îtfaîyê ve hat tefandin.

Hat ragihandin ku derheqê derketina şewatê de tehqîqat hat bidestxistin. (ÎLKHA)