Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de got, “Tevî ku lehî karesateke xwezayî ye jî, ev yek li pêşiya me nabe asteng ku em lêkolînan bikin bê ka egera kêmasî hene yan na.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku wan lîjneyek ji bo lêkolînkirina bûyerê pêk aniye û tekez kir ku tişta ji destê wan tê ew dê bikin ji bo hevkarî û alîkariya ziyanpêketiyan. Jibilî hêzên polîs, Zêrevanî û Pêşmerge jî li gel tîmên xizmetguzarî û hawarçûnê, di amadebaşiyê de ne ji bo ku alîkariya xelkê bikin.(ÎLKHA)