Lijneyek ji Temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê doh çû cihê ku lê lehî rabû û kesên mexdûr ziyaret kir.

Di dema ziyaretê de lijne derd û kulên şênîyan guhdar kir. Piştî ziyaretên ku hatin kirin re ji ber ku gelek însan mexdûr bûne û bi hezaran mal zîrar dîtine lijneya Temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê ji bo welatîyên ku mexdûr bûne û zirar dîtine banga alîkarîyê kir.(ÎLKHA)