Hat ragihandin ku li Herêma Kesk a ku nûnertiyên dîplomatîk û saziyên hikûmetê lê ne 2 roket hatin avêtin û yek ji roketan ji aliyê pergala parastina hewayî ve hat bêbandorkirin.
Hat diyarkirin ku roketa din jî îsabetî li nêzî Herêma Kesk kir û 2 wesayît jî zirar dîtin. Derbarê di êrîşê de kuştî û birîndar hene an na, agahî nehatin bidestxistin.
Ti kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)