Hat destnîşankirin ku mesele li taxa Batikenta navçeya Şehîtkamîlê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 3 erebeyên ku hê nasnameya şofêrên wan nayê zanîn, ji teref kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve ji ber sebebeke ku nediyar e hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku kesên ku şewatê dîtin telefonê ekîbên polês û îtfaîyeyê kirin, ji ber vê yekê ji cîhê meselê re ekîbên îtfaîyê hatin şîyandin.
Hat destnîşankirin ku ji erebeyan 2 heb temametî şewitîn, polês jî derheqê meselê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)