Hat destnîşankirin ku erebeya bi plaqa 38 AT 796e yê ku şofêrê wî nayê zanîn, hakîmîyeta dîreksîyonê hinda kir û li erebeyekî qelibî, dû re erebe li mirovekî ku navê wî A.T.  û li traktorekî ya parqkirî xist. Di encama qezayê de çend kes  birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê.

Hat daxuyandin ku li nexweşxanê bi mirovê A.T.yê midexele hat kirin, lê A.T. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku polês derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)